Dec 11, 2008

Dostaniya Kurd û Cuhûwan (Kurdish-Jewish relations)


MC
NETKURD
Aktuelbûn:13:05 - 11/12/2008

Têkiliyên Kurd û Yahûdiyan têra xwe kevnare ne, pişta xwe didin dema Imparatoriya Asuriyan, wextê êsîrkirin û ajotina wan bo xaka Medan.


Ji Gabar Çiyan pirtûkek nû:

Dostaniya Kurd û Cuhûwan

“Têkiliyên Kurd û Yahûdiyan têra xwe kevnare ne, pişta xwe didin dema Imparatoriya Asuriyan, wextê êsîrkirin û ajotina wan bo xaka Medan.

Hetanî berî niha bi demek kin jî hejmarek mezin ji cuhûwan, li başûr û bakurê welêt jiyana xwe didomandin. Îro hejmara wan kêm bûye. Gelek ji wan barkirine Israîlê. Hejmara Kurdên Cuhû li Israîlê bi qasî 200 hezarî ye. Kurdên Cuhû, anjî Cuhûwên ji Kurdistanê, îro li Israîlê jî li gorî toreyên welêt jiyana xwe didomînin.

Têkiliyên biratî û dostaniyê bi gelê xwe û yên cînar re, gavên însanî ne. Di vê çarçoveyê de têkiliyên biratiyê bi Cuhûwên Kurd re, û gavavêtinên dostaniyê bi Gelê Cuhû re divê xurtir bibe. Divê bi giştî bi çandên cewaz re, bi taybetî jî bi Kurdên olcewaz re, û bi gelên cînar re têkiliyên me ji gelek aliyan ve xurt bibe.

Gelê Cuhû mîna Kurdan, di dîroka xwe de gelek caran bi xetera qirkirinê hatiye hemberî hev: Ew jî mîna Kurdan, hatiye ajotin, kûştin, qirkirin û li cîhanê belav kirin. Lewma dîrok û tecrûbeyên wan dikare ji gelek aliyan ve ji mirovî re bibe alîkar. Her wisa rewşa herêmê, dikare şensek mezin bide me ku em nêzî hev bibin”, tê gotin di pêşgotina e-pirtûkê de.

Berî niha bi demeke kin, gerînendeyê Zarathustra News ê, rojnamevan Gabar Çiyan bi hejmarek ronakbîrên Kurd û cuhû re hevpeyvîn pêk anî bû. Çiyan, di vê xebata xwe de cî dide wan hevpeyvînan.

Pirtûk bi kurdî ye, û bê heq tê belavkirin. Kesên bixwazin dikarin bi rêya malpera EuroKurd Human Rights ê, www.eurokurd.net ê pirtûkê bixwînin û ji xwe re çap / kopiye bikin.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

No comments: